Rêveberiya Xweser: Dijî Coronayê bila her kes gorî biryaran bimeşe

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser bang li welatiyan kir ku perspektîv û biryarên girêdayî pêşîlêgirtina belavbûna Coronayê û rêgezên xweparastina kesayetî pêk bînin.

 Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro du kes Coronayê vegirtine. Her du jî ji bajarê Hesekê ne.

Wek tedbîrek hişyariyê Meclisa Kantona Hesekê û Gerînendeya Tenduristiyê biyar da ku taxa El-Amran bê xistina karantînayê.

Her wiha desteyê bang li welatiyan kir ku tedbîr û biryarên ku Rêveberiya Xweser di vî warî de girtine bînin cih.

Di daxuyaniya desteyê de ev tişt hate gotin:

“Piştî ku test ji bo kesên bi guman hatin çêkirin, derket holê ku jinek û hevserê wê bi vîrûsê ketine. Nexweş ji bajarê Hesekê ne. Şêniya ku virus vegirtiye di karantînaya nexweşxaneya Qamişlo ya Watanî de dimîne. Hevserê wê jî di mal de di karantînayê de ye.

Îro em li beramberî pandemiyek  cîhanê ku gelek dewlet û civakan tehdîd dike ne. Em niha hewl didin nehêlin virus di herêmên me de derkeve. Lê desthilatdarên Sûriyê di mijara derbasbûna welatiyan di nuqteyên tenduristiyê re bi me re ne hevkar in.

Wek Desteya Tenduristiyê em bang li gelê xwe dikin ku hişyar bin, perspektîv û biryarên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane bînin cih. Ji cihên qerebalix dûrkevin. Her kesê ku nîşanên vegirtina vîrusê lê belî dikin xwe bigihînin navendên tenduristiyê yên li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Da ku xwe, malbata xwe û derdora xwe biparêzin.”

Back to top button