Piştgiriya çalakiya Rojhilatê Kurdistanê berbelav dibe.
KCDK-E’yê berxwedana jinê ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê silav kir û banga xwedîderketina li wan kir.
Tevgera Jinên Kurd a Fransayê jî da zanîn ku sibe wê li gelek bajarên Fransayê çalakî bên lidarxistin û banga tevlibûna çalakiyan kir.
Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Jîna Emînî daxuyaniyek da.
KCDK-E’yê kuştina Jîna ji aliyê Polîsên Îranê ve şermezar kir, çalakiyan weke ‘serhildana jin ên azad’ pênasekir û got:
”Rêjîma Îranê bi kuştina Jîna dixwaze îradeya jin a Kurd a azad ji holê rake, ev komkujiyek li ser jinên berxwedêr e.
Li dijî rejîma paşverû li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin.
Berxwedan û têkoşîna ji bo azadiya jinê tê dayin, bingeha çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê hemûyan e.”
KCDK-E’yê diyar kir ku ew berxwedan û serhildana jin a azad silav dikin û bang kir ku li her welatî bibin dengê berxwedana jinê.
TJK-F bang li jinan kir: Tevli çalakiyan bibin
Li aliyekî din jî 24’ê Îlonê roja Şemiyê wê li gelek bajarên Fransayê çalakiyên şermezarkirinê bên lidarxistin.
Derbarê mijarê de Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) daxuyaniyek da û banga tevlibûna çalakiyan kir.
TJK-F’ê anî ziman ku roja Şemiyê li Parîs, Bordeaûx, Marsîlya û Strasboûrgê wê dakevin qadan û bang li kurdistaniyan û dostên wan kir ku tevlî çalakiyan bibin.
TJK-F her wiha da zanîn ku wê îro li bajarê Remsê jî çalakî bê lidarxistin.
TJK-F’yê bang li jinan kir ku berxwedana bilind a li Îranê li her derê bimeşînin û di şexsê Jîna Emînî de bibin dengê jinên Îranê.