Endama Fermandariya YPJ’ê Rohlat Efrîn: Em bi jinên Îranê re ne

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohlat Efrîn piştgirî da Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku ev çend roj in li daqan in.

Rohlat rabûna jinên Îranê li hember siyaseta rêjîma Îranê bi çirûska şoreşê bi nav kir û got:

”Ji bo xwedîderketina li xwîna Jîna Emînî, jinên rojhilatê Kurdistanê dadikevin qadan.

Û ji dîktatoriyê re, ji rejîma Îslamî re dibêjin êdî bes e. Ev xwedîderketin parastina bingeha şoreşê ye.

Çalakiya ku jinên Rojhilat pê rabûn mirov dikare weke çirûska şoreşeke bi pêşengtiya jinê, bi nav bike.

Di çalakiyên bi vî rengî de mirov yekparbûna rihê jinê dibîne.

Eger jin bi yek dengî bi yek ruhî li hev xwedî derkevin, bêguman wê bi azadî bi ser keve.”

Rohlat Efrîn jinên ku li dijî siyaseta rêjîmê serî hildan silav kir û piştgiriya xwe bi wan re teqez kir.

Back to top button