Şevê din li ser Rêya Armûşê ya Mêrdînê erebeyek rastî gulebaranê hat. Di êrişê de 5 kesên ji bajarê Dihokê yê başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan
Şevê din saet 00.30’an dema wesayîteke bi plakaya Iraqê li ser Rêya Armûşê ya Mêrdînê derbas dibû, rastî êrişekê hatin..
Di êrişê de gule li 5 welatiyan ketin û jiyana xwe ji dest dan.
Kesên jiyana xwe ji dest dan, ji bajarê Dihokê yê başûrê Kurdistanê ne.
Xizmên qurbaniyan berê xwe dan Mêrdînê da ku cenazeyan bigrin û wan bibin Dihokê.
Walîtiya Mêrdînê: Têkildarî êrişê 4 kes hatin girtin
Walîtiya Mêrdînê têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de têkildarî êrişê diyar kir ku 4 kes hatine girtin.
Derbarê armanca êrişê de heya niha tu agahî nehatine belavkirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf jî têkildarî bûyerê daxuyaniyek da.
Ehmed Sehaf diyar kir ji bo zelalkirina bûyerê ew di nava tevgerê de ne.