Rêveberiya Kampa Roj gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Rêveberiya Kampa Roj a li Dêrikê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfetê dide rêxistinên terorîst ku xwe ji nû ve birêxistin bike.

Rêveberiya Kampa Roj a li Dêrikê têkildarî gefên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê derfetê li pêşiya rêxistinên terorîst vedike ku li Sûriyê, nexasim li kampên Roj û Holê jinûve xwe birêxistin bikin.

Rêveberiya Kampê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û ev bang li civak û rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan kir: Binpêkirin û sûcên dewleta Tirk ku dixwaze parçeyek ji vê axê dagir bike rawestîne û bila Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe kaxeza bazarê di navbera dewleta Tirk û dewletên Ewropayê de.

Back to top button