Girseya gel cenazeyê şehîd Ferhad Dêrik ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin

Îro li Dêrikê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wan bûne yek. Yek ji pêşengên Şoreşa Rojava Ferhad Dêrik ku di êrişa dewleta Tirk de li Kelarê a Başûrê Kurdistanê şehîd bû, li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê bi merasimeke heybet hat oxirkirin. Di merasimê de hêrsa li dijî dagirkerî û xiyanetê di asta herî jor de bû. Bi hezaran kesî soza bilindkirina têkoşînê û pêkanîna armancên şehîdan dan. Di merasîmê de her wiha bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê hat kirin ku li hemberî vî sûcê dewleta Tirk, xwedî helwest bin.

Ji bo ku xatirî dawî ji şehîdê xwe bixwazin, bi hezaran kes ji hemû bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî nûnerên QSD’ê MSD’ê, YPG-YPJ, nûnerên rêxistinên Kurd, Ermenî, Suryanî, rûspiyên êlên Ereb û dayikên şehîdan, bi dilgiraniyeke mezin, berê xwe dan navçeya Dêrikê ya Qamişloyê.

Girseya gel cenazeyê şehîd Ferhat Dêrik ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin.

Cenazeyê Şehîd Ferhat di nava lorikên dayikan de, li ser milan hat hilgirtin û ji aliyê bi hezaran kesî ve bi karwanekî bi heybet ku ji sedan erebeyan pêk tê, ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve, hat birin.

Li goristanê dehhezaran kes beşdarî merasîmê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê, Selma Xelîl axivî.

Selma sersaxî ji malbata şehîd Ferhad re xwest û got:

“Şehîd Ferhad ji bo heqîqetê jiyana xwe di lêgerînê derbas kir û di avakirina rêveberiya xweser de cih girt.

Em ê şopdarên têkoşîna wî û hemû şehîdan bin”.

Xelîl diyar ku ew ê bi têkoşîna xwe xwedî li riya şehîd Ferhad Dêrik derketin û bihêlin ku dewlet Tirk li ser van kirinên xwe poşman bibe û ev peyam da:

“Li şûna Ferhad, bi hezaran Ferhad hene.”

Piştre Hevserokê Meclisa rêveber a Bakur û rojhilatê sûriyê Abid Hamid el-Mihbaş axivî û got:

“Em ê bi bîranîna şehîd Ferhad têkoşîna rêveberiya xweser berdewam bikin.”

Al-Mihbaş êrîşa dewleta Tirk şemezar kir û bang li civaka navnetewî kir ku li hemberî kiryarên dewleta tirk rawestin.

Her wiha bang li hikûmeta başûrê Kurdistanê û iraqê kir ku helwesta xwe ya li hemberî vî sûcî diyar bikin.

Piştre Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd axivî û got: “Şervanên me li ser esasê bi misogerî binxistina dijmin, xwe ji bo rakirina tola şehîdan û bindestxisitina serkeftinê amade dikin.”

Piştre li ser navê malbata Şehîd Dayika wî axivî û got: “Ferhad ne tenê yê min e ew yê her çar parçeyên Kurdistanê ye, .”

Bila dijim bi şehîdxistina Ferhad kêfxweş nebe, ji ber ku li şûna wî bi hezaran Ferhad hene.

Wesîqeya Şehadetê ya şehîdetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiya merasîmê e rêheval û hezkiriyên Şehîd Ferhad Dêrik cenazeyê wî hilgirtin ser milên xwe û di nava tilîlî û diruşmeyan de, spartin axê.

Back to top button