Pentagon: Di rastiyê de Wagner bidawî bû

Piştî mirina lîderê Wagner Yevgeniy Prigojin, yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin, çarenûsa vê komê ye.
Wezareta Parastinê ya Amerîka Pentagon îdia dike ku di rastiyê de Wagner êdî bidawî bûye.

Lîderê Wagner Yevgeniy Prigojin bi mirina xwe jî cihê xwe di rojevê de digre.

Berdekvê Serokatiya Fermandariya Giştî ya DYA’yê Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser mijarê bersiva pirsên rojnamevnan da.

Rojnamegerekî di civînê de îdiayên sala borî yên ku Koreya Bakur çek firotibûn Wagner bi bîr xist û pirsa, “Hûn bawer dikin ku peymana çekan a di navbera Wagner û Koreya Bakur de bi dawî bûye?” kir.

Ryder bal kişand ser mirina Prigojin û wiha got:

“Li vir xala sereke ew e ku di rastiyê de, koma Wagner qediyaye.

Ji ber vê yekê ez dikarim bêjim ku danûstandin tune.”

Ryder diyar kir ku Wagner di şerê Rûsya yê li Ukraynayê de demeke herî bi bandor li qadan bû û ev tişt anî ziman:

“Rûsya hewl dide ji rejîmên zalim ên wekî Îran û Koreya Bakur cebilxane û çekan bikire.”

Ryder bang li Koreya Bakur kir ku çekan nede Rûsyayê.

Beriya hefteyekê dema balafira lîderê Wagner Yevgeni Prigojin ji Moskow diçû St. Petresburgê ketibû.

Di balafira li Tverê ketî de, tevî Prigojin yê 62 salî, çend kesên din yên ji pêşengên Wagner hebûn.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya 27’ê Tebaxê de, piştrast kir ku damezrînerê Wagner, Prigojin, di nav kesên mirî de ye.

Cenazeyê Prigojin di 29’ê Tebaxê de, “li derve girtî” li St. Petresburgê hate veşartin.

Dîmenên Prigojin yên beriya mirina wî ku ji aliyê Wagner ve tên parvekirin jî, qala hewlên ji bo kuştina wî tê dayîn.

Beriya mirinê dîmenê herî dawî yê Prigojin derket

Back to top button