Ermenistan: Di encama êrişa Azerbaycanê de 2 leşkerên me mirin

Li ser sînorê Qerebaxê careke din hêzên Azerbaycanê êrişî hêzên Ermenistanê kir.
Di encamê de 2 leşkerên Ermenî hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê diyar kir ku di encama gulebarana Azerbeycanê ya li nêzî sînorê di navbera her du welatan de 2 leşkerên wan hatine kuştin.

Her wiha leşkerek jî birîndar bû ye.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin êrişa li dijî baregehên Ermeniyan ya li Sotkê nêzî başûrê rojhilatê welêt, hatiye kirin.

Herêma Sotkê li ser sînorê Azerbeycanê ye ku gelek caran di navbera artêşên her du welatan de şer diqewime.

Di 28’ê Hezîranê de jî 4 leşkerên Ermenî li Qerebaxê hatibûn kuştin.

Azerbaycan: Ermenîstanê bi balafirên keşfê êrîşî çeperên me kir

Ji aliyê din ve Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku hêzên Ermenîstanê bi balafirên bêmirov êrîşî çeperên wan kirine.

Hate diyarkirin ku di encama êrîşê de 2 leşker birîndar bûne.

Bakû û Êrîvan ji salên 1990’î ve hevdu bi aloziyên li herêmê sûcdar dikin.

Êrîvan, Bakuyê bi girtina korîdora Laçînê ku rêyeke girîng e, sûcdar dike.

Ev yek jî şerê di navbera herdû welatan de gurtir dike.

Back to top button