Li gundewarên Zirganê, Dewleta Tirk û komên xwe yên çete, mal û milkên şêniyên gundewarên Navçeya Zirgan a girêdayî Serê Kaniyê didizin.
Çavdêriya Sûrî diyar kir ku wan çeteyan mal û milkên şêniyên gundên Til Mihemed dizîne.
Li gorî heman çavkaniyê, heman komên çete agir bi malên şêniyên gundên Um Işbe yê Zirganê xist û baregehên xwe li wir ava kirin.
Tê zanîn jî ku li kêleka van kirinên dizî û talankirinê, dem bi dem Dewleta Tirk navçeya Zirganê topbaran dike û şêniya koçber dike.