Hêzên rêjîmê li Rojhilatê Qamişlo belav dibin

Li gorî lihevkirina di navbera QSD’ê û rejîma Sûrî de ku bi navbeynkariya Rûsya pêk hat, leşkerên rejîmê îro li nuqteyên sînor yên li rojhilatê bajarê Qamişlo, belav dibin.

Hêzên rejîma Sûrî ku li gelek nuqteyên sînor belav dibin, herî dawî gihaştin herêma sînor a di navbera gundên Tirbespiyê û Girêkê Legê de.

Hêzên rejîmê tevî gelek alavên leşkerî, gihaştin herêma sînorê Tirkiyê û Sûrî.

Hêzên rêjîmê Sûrî wê li 4 nuqteyên sînor a li gundên Kerdîm, Dîrona Qilnka, Etbê û Dîrona Axî, belav bibe.

Ew gund hemû li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê ne û ev gav bi armanca parastina serweriya xaka Sûriyê hat avêtin.

Leave a Reply

Back to top button