Encamnameya Konferansa Êzîdiyan ya 4″ê Tebaxê bi daxuyaniyekê hat eşkere kirin

Encamnameya Konferansa ku ji aliyê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi dirûşmeya “Êzidî Pêşeroşa Xwe Nîqaş Dikin” hatibû li darxistin, hate eşkerekirin.

Komîteya Konferansê diyar kir ku konferansa wan bi awayekî serkeftî bi dawî bûye û encamên konferansê wiha bi rêz kir:

” Emê destketiyên ku di encama ked û xwîna şehîdan hatiye bi destxisitn bi parêzin û emê dawî li nêzîkatiyên desthilatdar û serdestan bînin.

Civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê wê bi hev re di nav jiyaneke aştiyane û azad de bijîn.

Wê êzîdiyên Şengalê sîstema xwe ya xweser di hemû aliyan de bêhtir pêşde bibin, berfireh bikin û mayînde bikin.”

Komîteya Konferansê diyar kir wan konferansa xwe bi silogana ‘Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin, îradeya wê ya xweser bê qebûlkirin ve bi dawî kiriye.

Konferans di 4’ê Tebaxê bi tevlîbûna 250 delegeyên ji cihên cuda yên welêt û derveyî welêt pêk hatibû.

Back to top button