Eyn Îsa-ciwanan bi meşekê tecrîd şermezar kirin

Bi pêşengiya ciwanan, şêniyên Girê Spî li dijî tecrîdê û bêdengiya Hêzên Navneteweyî 2 çalakî li darxistin.
Ciwanan soz dan; heta rêbertî bi fîzîkî azad bibe wê têbikoşin.
Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Helebê jî bi daxuyaniyekê tecrîd şermezar kir.

Xelkên Bakur û Rojhilatî Sûrî li hember tecîda giran bi fikar û hêrsin.

Ji bo wergirtina agahiyekê li ser Rêber Abdullha Ocalan çalakiyên gel didomin.

Di vê çarçoveyê de Şêniyên girê Spî li navçeya Eyn Îsa meşek li dar xistin.

Meş ji pêş Mizgefta Mezin ber bi Çerxerêya Şehîd Cûdî ya navçeyê ve dest pê kir.

Hevserokê PYD’ê Sebrî Nebo tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û ji bo azadiya wî ya fîzîkî, banga bilindkirina asta têkoşînê kir.

Nebo her weha bang li rêxistinên navnetweyî kir ku li hember rewşa tenduristî ya Rêbertî berpirsiyariyên xwe pêk bînin.

Meclisa Parêzerên Helebê tecrîd şermezar kirin

Li aliyê din, Meclisa Edaleta Civakî û Yekîtiya Parêzeran a Helebê jî bi daxuyaniyeke hevbeş gef û Cezayên Dîsiplînê yên li dijî Rêber APO şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Tecrîda mutleq ya li dijî rêber Apo tecrîda li hember gelên azadîxwaz û bi taybet gelê Kurd e.

Siyaseta tecrîdê û ferzkirina cezayên dîsiplînê ji hêla dewleta Tirk ve binpêkirina tevahî qanûn û peymanên navneteweyî ye.

Saziyan diyar kirin ku serdan û hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re maf û daxwaza wan ya rewa ye.

Back to top button