Dr. Kamûran Berwarî: Hilbijartinên Iraqê pirsgirêkê çareser nake

Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku hilbijartinên ku di 18`ê Kanûnê de pêk hat pirsgirêka Iraqê çareser nakin û got:
“Rewşa Başûrê Kurdistanê û Iraqê di her alî de xirab e.
Çareserî modela Rojavayê Kurdistanê ye.
Ger guhertin li başûr çênebe dê serhildaneke giştî çêbibe”

Derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê piştî hilbijartinan cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî axivî.

Kamûran Berwarî diyar kir ku hilbijartinên di 18’ê Kanûnê de pêk hatin pirsgirêka Iraqê çareser nakin û got:

“Li ser navê gel hinek tifaqên li piştperdeyan û gendeliyek mezin hate kirin, lê ev pirsgirêka Iraqê çareser nake û di her alî de li Iraqê rewş xirab e.”

Dr. Kamûran Berwarî: Siyaseta Tirkiyeyê li Başûr û Iraqê şikestiye

Berwarî destnîşan kir ku di van hilbijartinan de diyar bû ku gelê Başûrê Kurdistanê û Iraqê siyaseta dewleta Tirk, hevpeymanên wê yên navxweyî û herêmî baş fem kirine û got:

“Gel dizane ku armanca dewleta Tirk qelskirina berjewendiyên Kurdan û yên Iraqê ye.
Di encama hilbijartinên li Mûsil û Kerkûk de derket holê ku siyaseta dewleta Tirk li Iraqê û Başûrê Kurdistanê şikestiye.”

“Tirkiye dixwaze yekîtiya gelê Kurd têk bibe”

Berwarî balkişand li ser armancê dewleta tirk a dagirker û wiha berdewamî da axaftinên xwe:

“Ji ber YNK nabe amûrê siyaseta Tirkiyê, di daxuyaniya Hakan Fîdan de jî diyar bû, Tirkiye dixwaze yekîtiya gelê kurd têk bibe. Tirkiye siyaseteke dijberî YNK’ê dimeşîne û dixwaze Başûrê Kurdistanê bike du parçe. Ji aliyê din ve jî nakokiyên di navbera PKK û PDK’ê de kûr bike.”

Berwarî: Eger li Başûr guhertin çênebe wê serhildan çêbibe

Berwarî anî ziman ku ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên 30`ê Gulanê li Başûrê Kurdistanê ew amadene û got:

“Heke di hilbijartinên Başûrê Kurdistanê de Iraq an jî NY serpereştiyê bike û wekî berê gendeliyên mezin çênebin, dê nexşeyên siyasî li Başûrê Kurdistanê bê

n guhertin. Eger li başûr guhertin çênebe wê serhildan çêbibe.”

Kamûran Berwarî: Çareserî modela Rojavayê Kurdistanê ye

Berwarî diyar kir ku ji ber desthilatdariya PDK’ê sîstema federaliyê li Başûrê Kurdistanê têk çûye û ev pêşniyar kir:

“Divê sîstema konfederalîzma demokratîk li Iraqê û Başûrê Kurdistanê dîsa çêbibe.

Ew sîstema li Rojavayê Kurdistanê hatiye pêkanîn, mînakeke baş e ji bo Başûrê Kurdistanê û Iraqê.”

Back to top button