Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê hê jî berdewamin .
Artêşa Tirk a dagirker vê sibê careke din gundê Xalidiyê yê Navçeya Eyn îsa topbaran kir.
Şevê din artêşa dagirker êrişî gundên Eyn Îsa, Şêrawa, Til Temirê, Girê Spî û Kobanê kir..
Artêşa Tirk a şevê din gundê Xalidiyê, Ebû Sira û rêya M4 yê Eyn Îsa topbaran kirin.
Her wiha gundê Bênê yê navçeya Şêrewa bi çekên giran topbaran kir.
Heman dagirkerî gundên Zerê, Tepe Xanê, Xanê û Silîp Qeran ên Girê Spî topbaran kir.
Dagirkeran bi obîsan gundê Til El Leben ê Til Temirê jî topbaran kir.
Di heman demê de nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li gundê Kor Elî yê bajarê Kobanê jî topbaran kir.