Cenazeyê Şehîd Ferhad derbasî Rojava bû

Cenazeyê Şehîd Ferhad ku di êrişa dewleta Tirk a li Kelarê de şehîd bûn, îro li Silêmaniyê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hat oxirkirin. Karwanê cenaze li deriyê Sêmalka ji aliyê xelkê Rojavayê Kurdistanê ve, bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Danê sibê cenazeyên Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî û 3 hevalên wî ji tiba edlî ya Silêmaniyê hat wergirtin û bi merasîmekê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hatin birêkirin.

Di merasîma birêxistina cenazeyan de xelkê Başûrê Kurdistan bê navber dirûşmeya ‘Bimre xiyanet’ qîriyan..

Dema oxirkirina cenazeyên şehîdan de Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Başûrê Kurdistanê Evîn Swêd axivî û diyar kir ku ew ê layîqî şehîdan bin û rêya wan bişopînin.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah jî teqez kir ku wê dagirker û xayîn negîhîjin armancên xwe.

Cenazeyê Ferhad dema derbasî Rojava bû, ji bi rengekî girseyî hat pêşwazîkirin.

Cenazeyê Ferhad Dêrik, dê 21’ê Hezîranê li goristana Şehîd Xebat a Dêrikê, bi girseyî were oxirkirin.

Back to top button