Mamosteyên Zanîngeha Rojava: Êriş rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vedike

Rêzçalakiyên ku li dijî êrişên dewleta Tirk hatine destpêkirin dewam dikin. Îro jî li herêmê di çalakiyên ku hatin lidarxistin de êriş hatin şermezarkirin û hat gotin wê li dijî êriş û dagirkeriyê berxwedan bidome..

Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê û Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan dewam dike.

Li ser navê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê û mamosteyên Zanîngeha Rojava daxuyanî hate dayîn û êriş hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama şoreşa Rojava de gelek destkeftî hatine bidestxistin, dewleta Tirk jî bi êrişên xwe hewl dide van destkeftiya têk bibe.

Hate gotin: “Ev êrişên hovane û kirinên li herêmên dagirkirî rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vedike.”

Ciwanên Kobanê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Ciwanên Kobanê jî bi daxuyaniyekî piştgiriya xwe ya ji bo gerîlayên azadiyê ragihandin û êrişên li ser herêmê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Çalakiya kon a kongra Îslama demokratîk di roja 4. de bi dawî bû

Her wiha çalakiya konvedanê ya ku ji aliyê Kongreya Îslama Demokratîk ve di roja 4’emîn de bi serdanan bi dawî bû.

Li bin konê çalakiyê hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Mela Reşîd axivî û diyar kir ku beşdariya gel ji konê çalakiyê re bi xwe berxwedan û têkoşînek li hember dijmin e.

Ilham Ehmed: Divê jinên Sûrî li hember êrişan li ber xwe bidin

Li Reqayê jî di civîna ku MSD’ê ji jinan re lidarxist îşaret bi êrişên ser herêmê hate kirin.

Di civînê de Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed axivî û diyar kir ku divê jinên Sûrî berxwedana xwe ya li hember van êriş û kiriyaran bilind bikin.

Ilham Ehmed got: “Ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk, divê gelê Sûrî xwe bi xwe çareseriyeke guncaw bibîne bêyî ku dest tu aliyan de tê de hebe.

Dewleta Tirk jî bi rêya vegerandina koçberê Sûrî li herêmên dagirkirî hewl dide erdnîgariya herêmê bide guhertin.”

Back to top button