16 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û yek jî jiyana xwe ji dest da

Roj bi roj daneyên pêketiyên vîrûsa coronayê li herêmê zêde dibe.
Herî dawî Dersteya Tendurstiyê 16 rewşên nû li Qamişlo, Hesek, Dêra Zorê û Kobanê tomar kirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku,

11 rewş li Hesekê, 3 li Qamişlo, yek li Dêra Zorê û yek jî li Kobanê hatine tomarakirin.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku kesekî 83 salî li bajarê Hesekê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da..

Bi van rewşên nû re jimara dawî ya pêketiyên coronayê gihaşt 82 kesî û 4 kesan jî jiyan xwe ji dest da..

Back to top button