Li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kes hatin binçavkirin

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 141 roj li pey xwe hişt. Bi hezaran kesên ku di serhildanên bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li Îranê dest pê kir, hatin binçavkirin û girtin hene. Negar Ezîmî jî yek ji wan e ku di 26’ê Cotmeha 2022’an de hat binçavkirin û heya niha jî tu agahî jê nayê girtin.

Serhildanên bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li welat belav bûn, dewam dikin.

Hikûmeta Îranê li hemberî serhildanan polîtîkayên xwe yên çewisandinê yên wekî binçavkirin, girtin, kuştin, îdamkirin û revandinê dimeşîne.

Duh li gundê Neneleî ya ser bi bajarê Sine, dijî binçavkirinan nerazîbûnê pêk hat.

Li Zahîdanê jî çalakiyên nerazîbûnê bê navber dewam dikin.

Di xwepêşandanan de cezayên darvekirinê hatin şermezarkirin û dijî desthilatê dirûşme hatin perzkirin.

Bi nûnertiya ciwanên Sune yên Bakurê Îranê, daxuyaniyek hate dayîn û êrişên Îranê yên ser xwepêşanderan hate şermezarkirin.

Li bajarê Abidan ya parêzegeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê jî, carek din çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin.

Li gorî nûçeyek Tora Mafê Mirovan, di rojên borî de herî kêm 11 kes ji aliyê hêzên Îranê ve li Abidan hatine binçavkirin.

Hat ragihandin ku ji wênesaz û grafîksaza li ser platformên medyaya dîjîtal Negar Ezîmî ya ku di 26’ê Cotmeha 2022’an de li Tahran hatibû girtin, heta niha tu nûçeyek nayê girtin.

Dewleta Îranê li dijî jinên ku hîcab ne li serê wan be wê ceza bide

Li aliyek din jî berdevkê komîsyona daraz û hiqûqa parlamentoya komara Îslamê ya Îranê daxuyaniyek da û gefa cezayên giran li jinan xwar.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê sîstemek bi navê sîstema çavdêriyê bi nav dikin bînin.

Dê tedbîrên li hemberî hîcaba bi zorê zêdetir bikin, jin û zarokên keç ên ku li gorî zagona hicaba bi zorê tevnegerin wê cezayên giran ji wan re werin dayîn.

Her wiha ji bo pêkanîna hicabê bi riya telefonê wê herkesî bi peyaman hişyar bikin.

Bi vê yekê re jî careke din derkete holê ku dewleta Îranê ji bo tepisandina serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serî li her cure rê û rêbazan dide.

Back to top button