Komîteya Azadî ji bo Ocelan li Başûr pilana çalakiyan eşkere kir

Komîteya Azadî ji bo Ocalan a Başûrê Kurdistanê têkîldarî rewşa Rêber Apo û komploya navnetewî daxuyaniyek da. Her wiha ji bo geş kirina çalakiyan bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê û kesên azadîxwaz kir ku bi girseyî tevlî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bibin.

Komîteya Azadî ji bo Abdullah Ocalan a Başûrê Kurdistanê bi rasthatina salvegera 24’an a Komploya Navnetewyî ya 15’ê Sibata 1999’an li Sekoya Azadî ya Parka Azadî bi tevlîbûna endamên komîteyê daxuyaniyek da.

Komîteya Azadî ji bo Ocelan: CPT ji tenduristiya birêz Ocelan berpirsyare

“Li Îmraliyê tecrîdeke giran kirî heye û bi tu awayî bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk nayê.

Saziya CPT a pêşîgirtina êşkenceyê ya ser bi Ewropa yekane ji maf, jiyan û tenduristiya Îmralî berpirs e.

Ti demê bi erk û berpirsyariyên xwe yên hiqûqî û yasayî negirtiye û bûye parçeyek komploya li Îmralî.

Vê yekê bi helwest û reftarên xwe yên li hember Îmralî nîşan dide.”

Her wiha Komîteyê diyar kir ku Komploya navnetewî li Îmralî yê berdewame ji ber ku hêzên komploger li ser wê yekêne ku sed sal din, êriş, koletî û qirkirinê li ser Kurdan bidin domandin.

“Hêzên komploger bi tecrîdê re qirkirina li ser gelê Kurd didomînin”

Komîteya azadiyê diyar kir ku divê bê zanîn rewşa Birêz Ocalan ji ber faşîzma Erdogan û hêzên komploger metirsîdar û wiah domand:

“Di şexsê birêz Ocalan de gelê me, gelê herêmê jî rû bi rûyê rewşeke hestyar û metirsîdar de.

Ev rewş ji me daxwaza yekîtî û seferberiya çalakî û berxwedanê dike.

Ji ber vê di sala 25’an a Komploya Navneteweyî de em Komîteya Azadî ji bo Ocalan li Başûrê Kurdistanê dest bi rêze çalakî dikin.

Komîteya Azadî ji bo Ocalan li başûrê Kurdistanê banga geşkirina çalakiyan kir

Û bang li gelê xwe û hemû kesê azadîxwaz dikin ku tevlî vê pêngavê bibin û bi coş û girseyî cihê xwe di nava van rêze çalakiyan de bigirin, ber bi azadî û serketinê ve gav bavêjin”

Back to top button