Di çarçoveya siyasetên tengavkirin û dorpêçê de, endamên Firqeya 4an ên hikûmeta Şamê ku li dora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belav bûne, gelek welatî revandin.
Çavkaniyan ji ajansa ANHA’yê re diyar kirin ku endamên Firqeya 4’an li gelek welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dane û bi dehan kes li ser benda kontrolê jî revandin.
Li gor nûçeya ajansê endamên Firqeya 4’an li ser benda kontrolê ya taxa Eşrefiyê, li welatiyekî dane .
Endamên heman benda kontrolê ji duh sibehê ve bi tawanên cuda bi dehan welatî revandin.
Ji nava wan hin bi tawanan ku rahiştine 150 hezar L.S û telefonên negumrikkirin.
Hikûmeta Şamê 5 mehin herêma Şehba û her dû taxên Kurdan Eşrefiyê û Şêxmeqsûd dorpêçkiriye.