Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê (YCÊ) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji êrîşên li ser Şengalê di asta yekem de Heyder Şeşo berpirsyar e.
Daxuyaniya Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê wiha ye: ”Dewleta Tirk a faşist, di 29’ê Tebaxa 2022’an de dîsa êrişê Şengalê kir.
Heger kesên îxanetkar hevkariyê nekin dewleta Tirk a faşist nikare wisa êrişê li ser Şengalê bike.
Ji ber vê rastiyê di 30’yê Tebaxê de ciwanên Êzîdxanê ji bo hevkarî û îxaneta wan şermezar bike berê xwe dan baregeha Heyder Şeşo ya li Sinûnê.
Lê çekdarên Heyder Şeşo xwe li ber vê berteka mafdar a ciwanên Êzîdxanê negirtin û bi sedan gule reşandin û di encamê de 5 ciwanên me birindar bûn.
Em ji gelê xwe û raya giştî re radigihînin ku emê van êrîşan bêbersiv nehêlin.
Em wekî ciwanên Êzidî tevgera tolhildana fermanan û hemû êrîşên li ser civaka Êzidî ne.