Li Kobanê şehîd Zîlan hat bîranîn

Jinên ciwan ên Herêma Firatê şehîd Zîlan bibranîn.
Di bîranênê de hate gotin:
“Zîlan ji dijmin re îsbat kir ku tu kes nikare gelê kurd qir bike.”

Bîranîn li qada Jina Azad a Kobanê hat lidarxistin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn axivî.

Macîde Hesûn bi bîr xist ku 30’ê Hezîranê şehîd Zîlan canê xwe ji bo gel feda kir.

Şehîd Zîlan ji dijmin re îsbat kir ku tu kes nikare gelê berxwedêr qir bike.

Bi saya fikrê rêbertî û şehîdan em nêzî azadiyê dibin.”

Li vir koma Şehîd Barîn a stranan a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn stran gotin.

Koma Nûjiyan dîlan pêşkêş kir.

Li ser jiyana şehîd Zîlan jî sinevîzyonek hat pêşandan.

Li Şehbayê 3’yemîn festîvala şehîd Zîlan dest pê kir

Back to top button