HRE’yê: Nasnameya şervanê xwe şoreş andok eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya şehadeta şervanê xwe Şoreş Andok eşkere kir. 

HRE’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir şervanê wan Şoreş Andok 25’ê Cotmehê di encama qezayekê de şehîd bû.

Her wiha hat bibîrxistin ku şehîd Şoreş heta kêliya dawî erkên xwe bi cih anîn û her tim ji bo hevalên xwe bû çavkaniya hêz û lehengiyê.

Dawiya daxuyaniyê, HRE’yê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopadina rêya şehîdan dubare kir.

Back to top button