Rojnamevan û endama Rêxistina “Embrace Women” a Amerîkî Nûrhan Xan dibêje: “Dewleta Tirk sûcên qirkirina komî li herêmên dagirkirî yên Sûriyê pêk tîne û divê hesab jê were xwestin.”
Rojnamevan Nûrhan Xan ji ajansa nûçeyan Hawar re nirxandin kir û got di şer de yên tên armanckirin û dibin qurban jin in.
Nûrhan Xan îşaret bi siyaseta dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Siyaseta tirkkirinê ya li Sûriyê tê meşandin dişbihe komkujiyên Osmaniyan û ew jî dixwaze xewna dewleta Osmanî ya têkçûyî zindî bike.”
Bêdengiya navneteweyî ji sûcên Tirkiyê kambaxtir e
Rojnamevan Nûrhan destnîşan kir ku sûcên qirkirinê yên li herêmên Bakurê Sûriyê têne kirin, komkujiyeke rasteqîn e û jin bûne qurbanên terorê.
Dawiyê rojnamevan Nûrhan Xan anî ziman “Bêdengiya navneteweyî sûcekî din e û ji sûcên Tirkiyê kambaxtir e.” û banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir.
“Embrace Women”; Rêxistineke li Amerîkayê û ji bo jinan û destekdayîna wan dixebite.



