“Bikaranîna çekên qedexekirî lawazbûna dewleta Tirk nîşan dide”

Endamên Meclisa Giştî ya PYD’ê bêdengiya navneteweyî ya li hember êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar kirin û diyar kirin ku ji ber tengav bûye, dest bi êrîşên bi çekên qedexekirî kiriye.

Endama Nivîsgeha Jinan a PYD’ê Hêvîn Silêman got ku bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk, hişt sûcên dewleta Tirk zêdetir bibin.

Endamên Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko û Mistefa Hemo jî diyar kir ku bikaranîna çekên qedexekirî lawazbûn û bêçarebûna dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla nîşan dide.

Endaman bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kirin ku ji siyaseta dewleta Tirk hişyar bin û bang li PDK’ê jî kirin ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, lêpirsîneke navneteweyî bide destpêkirin.

Back to top button