Tirkiye 2 keştiyên din dişîne beravên Yûnanistanê

Li Rojhilatê Deryaya Spî, dewleta Tirk 2 keştiyên din dişîne beramberî beravên Yûnanistanê..

Hêza Deryayî ya Tirkiyê duh derengiya şevê ragihand, ku wê Keştiya “Oruç Reis” di nava 10 rojên bê de, pişkinînekê li Rojhilatê Deryaya Spî pêk bîne.

Hêzê diyar kir jî ku ji Duşemê û heya 22 Cotmehê, wê du keştiyên din jî yên bi navê “Ataman” û “Cenkîz Xan” li gel Reis kar bikin.

Ji bo mijara serweriyê, hefteya borî Tirkiye û Yûnanistanê li ser danûstandinên dualî li hev kir.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavişoglu jî ragihandibû ku ew ê van danûstandinan li Enqereyê dest pê bikin.

Back to top button