Çîn: hinardekirina derve ji sedî 12,4 kêm bûye

Di warê bazirganiyê de, rêveberiya Pekîn zehmetiyan dibîne.
Hinardekirina Çînê ya meha Hezîranê li gorî par heman mehê, ji sedî 12,4 kêm bû.
Ji despêka pandemiya Covid-19’an ve, ev şikestina herî mezin bû.

Li gor daneyên ku ji aliyê Gumruka Komara Gel a Çînê ve hatin eşkerekirin, hinardekirina welêt di meha Hezîranê de li gor heman sala 2022’an ji sedî 12,4 kêm bû.

Ev ji sala 2020’an ya dema pandemiya Covid-19’an ve dest pê kir, daketina herî mezin e.

Daneyên navborî diyar dikin ku îthalata Çînê di heman demê de ji sedî 6,8 kêm bûye.

Ji ber vê yekê, daketinên ku bi rêjeyek mezin pêk tê, pêşbîniyên analîstan ragihandibûn wê di hinardekirinê de ji sedî 9,5 be şaş derxist.

Di hinardekirinê de jî ji sedî 4 kêm bibe, derbas kir.

Bi taybetî kêmbûna ji sedî 19 a derhanîna (îthalat) Çînê ji Koreya Başûr, li gorî pisporan, ji bo mehên pêş me bûyereke neyînî ye.

Malê Çînê di destê wê de dimîne

Sedema wê jî ewe ku ev rewş nîşan dide daxwaziya ji bo pêwistiyên elektronîk ên Çînê ji derve wê dewam bike.

Rawestana çerxa li cîhanê û kêmbûna daxwazê ​​li bazara wê ya navxweyî, di mehên borî de şikestinek li ser rêça erênî ya aboriya Çînê xistibû.

Pekînê ku nikarîbû bigihîje armanca xwe ya mezinbûna aborî ya 2022’an, ji bo sala 2023’an ji sedî 5 armancek mezinbûnê destnîşan dikir.

Her çend serokwezîrê Çînê Li Chiang diyar kir ku ji meha Adarê ve ji bo başkirina vê rewşê wê tedbîr bên girtin jî, heta îro ji aliyê hikumetê ve gavên berbiçav nehatine avêtin.

Back to top button