Îsraîlê hêzên Hizbullah kir armanc 3 kes birîndar bûn

Hêzên Îsraîlê li ser sînorê Lubnanê, êrişî komek endamên Hizbullahê kirin.
Di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Hêzên Îsraîlê diyar kir ji bo ku wan dûrî sînor bixin gule berdane hewayê.

Hêzên Îsraîlî duh bi hinceta parastina sînor, komek endamên Hizbullahê kirin armanc.

Di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Hate ragihandinê ku ev alozî li ser sînorê Lubnanê, rû daye.

Medyaya Lubnanê ragihand ku leşkerên Îsraîlê bi bombeyên destan êrişî komek ciwan kirine.

Di heman demê de medyayê ragihand ku ew endamên Hizbullahê ne û 3 ji wan bi sivikî birîndar bûne.

Kesên birîndar bo nexweşxaneya Hiramê ya bajarê Tire hatine vegohestin.

Di demekî de ku heta niha Hizbullah derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.

Artêşa Îsraîlê vîdyoyek belav kir ku tê de komeke ji 5 kesan, hewil didin sînor derbas bikin lê di demek pir nêz de careke din paşve vedikişin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adraei diyar kir ku “Gelek kes ji aliyê Lubnanê ve nêzî sînorê ewlehiyê bûn, kevir avêtine têlên sînor û şewitandine.”

Adraei da zanîn ku ji ber vê rewşê artêşa Îsraîl ji bo ku wan dûrî sînor bixin gule berdane hewayê.

Back to top button