5 sal derbas bûn, dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê ti rêbazên hovîtiyê neman ku li Efrînê pêk ne aniyîn. Dagirkeran ji gundên navçeya Raco 2 welatiyên kurd revandin û birin cihekî nediyar.
Efrîn Post ragihand ku çeteyên ‘Feyleq El-Mecid’ ji gundê Zirka û Cobeta ên navçeya Raco yên Efrîna dagirkirî 2 welatiyên kurd êşkence kirin û piştre revandin.
Kesên hatine revandin ber bi cihekî ne diyar ve hatine birin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkeriya Efrînê ê heta îro di çarçoveya polîtîkaya guhertina deomgrafîk û tunekirina gel Kurd, sûcên dijmirovî pêk tîne.
Li gor daneyan di nava 5 salan de 95 jin li Efrînê hatine kuştin, 430 jin jî hatine revandin.
Bi sedan jinên di girtîgehan de jî rastî her cure sûcên dermirovî tên.