“Bi pêngava 15’ê Tebaxê, dîwarê tirsê hilweşiya û netewa Kurd ji gefa tunebûnê rizgar bû.. yê pêngavê bi serxist jî Rêber Ocalan û keda şehîdan e”. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê Murat Karayilan bi van gotinan cejna vejînê dinirxîne û dibêje:”15’ê Tebaxê xeyalên dewlata Tirk ên tunekirina Kurd û Kurdistanê ji holê rakir”. Karayilan careke din bang li Pêşmergeyan kir ku “li dijî dagirkeriyê li kêleka wan şer bikin”.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê Murat Karayilan beşdarî bernameyeke taybet a Stêrk TV bû û mijarên di rojevê de nirxand.
Murat Karayilan bi taybetî li ser wate, girîngî û bandora cejna 15’ê Tebaxê sekinî û di şexsê Fermadar Egîd de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn.
Karayilan diyar kir ku yê pêngav bi ser xistiye, biryardariya Rêber Ocalan û keda şehîdan e.
Murat Karayilan: 15’ê Tebaxê dîwarê tirsê hilweşand
Fermandarê Biryargeha Navendî anî ziman ku bi pêngava 15’ê Tebaxê, dîwarê tirsê hilweşiyaye û netewa Kurd ji gefa tunebûnê rizgar bûye.
Murat Karayilan: Li Heftenînê Gerîla bi rêbazê nû li ser xeta 15’ê Tebaxê şer dike
Karayilan destnîşan kir ku pêngavê, xeyalên dewleta Tirk ên tunekirina Kurdan ji holê rakiriye û îroroj Gerîla bi rêbazê nûjen, li ser xeta 15’ê Tebaxê şer dike û bi ser dikeve.
Murat Karayilan: Em ticarî naxwazin berê çeka xwe bidin kurdan
Li ser mijara noker û hevkarên dewleta Tirk ên Kurd jî, Karayilan vê dibêje:
Murat Karayilan: Em dixwazin Pêşmerge li dijî dagirkeriyê li kêleka me şer bikin
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê Murat Karayilan xwest ku di şerê li dijî dagirkeriyê de, Pêşmergeyan jî li kêleka xwe bibînin û diyar kir ku her Kurdê bi dewleta Tirk re tev bigere, wê neyê efûkirin.