Komîteya Çand û Hunerê ya Qamişlo hemwextî salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê çalakiyeke hunerî ji malbatên şehîdan re li Qamişlo li dar xist.
Çalakî bi boneya salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê hat li darxistin .
Di çalakiyê de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Kêfo Osman axivî.
Kêfo Osman salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê li malbatên şehîdan pîroz kir û şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn.
Her wiha Osman spasiya organîzatorên vê çalakiyê kir.
Di şahiyê de gelek çalakiyên hunerî hatin li dar xistin.
Hunermend Danîş Botan, muzîkjen Talab El-Nazir, hunermendê ereb Tariq El-Hisên berhemên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiyê de sînevizyonek têkildarî şehîdan hate pêşandan.