Wezîra Hollandayê Kaag ji ber gefan dev ji siyasetê berda

Siyasetmedarên Hollandî yek bi yek dev ji siyasetê berdidin.
Piştî îstifaya Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte, Wezîra Darayî ya Hollandayê Kaag jî dev ji siyasetê berdide.
Kaag diyar kir ku ew ji bo ewlehiya hevjîn û zarokên xwe dev ji siyasetê berdide.
Piştî îstifayên dawî, siyasetmedara Kurd DîlanYeşîlgoz weke namzetê herî bihêz yê serokwezîrtiyê derket pêş.

Li Hollandayê îstifaya siyasetmedaran her ku diçe zêdetir dibe.

https://www.youtube.com/watch?v=oCHfdssT0Mw ev ji bo detay

Wezîra Darayî ya wî welatî Sigrid Kaag ragihand ku ji ber gefên lê têne xwarin, ew ê dev ji siyasetê berde.

Kaag di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku wê rewşa malbata xwe li ber çavan re derbas kiriye û ev biryara daye.

Kaag daxuyakirin ku karê wê ji bo malbata wê bûye barekî gran û wiha got:

“Ez ji bo ewlehiya hevjîn û zarokên xwe dev ji siyasetê berdidim.”

Siyasetmedara Hollandî 61 salî ye.

Heman demê de berê jî dîplomatekî Neteweyên Yekbûyî (NY) bû.

Di sala 2017’an de weke Wezîra Karê Derve yê Hollandayê ket nava siyasetê.

Sigrid Kaag, diyar kir ku ew ê piştî hilbijartinên pêşwext ên di meha Mijdarê de bên kirin, dev ji siyasetê berde.

Zarokên Kaag jî diyar kirin ku ew li ser rewşa dayîka xwe bi fikarin.

Endamên hikumetê yek bi yek dev ji siyasetê berdidin

Ev îstîfaya Kaag di demekî de ye ku çend roj berê Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte dev ji siyasetê berdabû.

Rutte roja Duşemê ragihand ku ew ê xatirê xwe ji siyasetê bixwaze.

Ji bilî Rutte û Kaag kesekî Wezîrê Derve yê Hollandayê Wopke Hoekstra jî eşkere kiribû ewê dev ji siyasetê berde.

Siyasetmedara Kurd Dîlan Yeşîlgoz: Ji bo serokwezîrtiyê amade me

Piştî ku Rutte biryara îstifakirina ji siyasetê da, Dîlan Yeşîlgoz ku eslê xwe Kurde ji bo ku bibe cîgirê wî ket lîsteya namzetan.

Yeşîlgoz a niha di kabîneya Rutte de wek Wezîra Edaletê yê Hollandayê ye, ragihand ku ew ji bo wê erkê amadeye.

Back to top button