MIKE POMPEO: BERPIRSYARÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ PETROLA SIÛDÎ ÎRAN E

Wezîrê Karên Derve yê Emarîkayê Mike Pompeo, êrîşa li dijî petrola Siûdîyê, Îran berpirsyar nîşan da.

Doh li dijî du parzûngehên petrolê yên şîrketa petrolê ya Siûdî Aramco êrîşek hatibû kirin.

Milîsên Hûsî yên Yemenî berpirsyariya êrîşê dan ser milê xwe.

Lê belê Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Mike Pompeo îdîa kir ku ti isbat tune ku nîşan bidin êrîş li aliyê Yemenê ve hatiye kirin.

Pompeo got:

“Di rewşekê de ku ji bo kêmkirina aloziyê bang tên kirin, Îranê li dijî tedarikkirina enerjiyê ya gerstêrkê dest bi êrîşekê kir.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Abbas Mûsavî jî diyar kir, ku sûcdariyên bi vî rengî yên bêbingeh nayên qebûl kirin.

Li gorî Abbas Mûsavî DYE ji bo bingehê ji êrîşeke li dijî Îranê amade bike sûcdariyên bi vî rengî dike.

Serokê Emarîkayê Donald Trump jî bi rêya telefonê bi prensê welîaht ê Siûdî Mihamed Bin Selman re axivî û êrîş şermezar kir.

Leave a Reply

Back to top button