Malbatên Şehîdan: Azadiya Rêber Apo azadiya gelê kurd e

Bertekên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo zêde dibin.
Saziya malbatên Şehidan a Til Temirê bi daxuiyaniyekê tecrîd şermezar kirin.
Koçberên ji Serêkaniyê yên li Hesekê jî çalakiya konvedanê li dar xistin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de, çalakiyên li herêmê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ya Hesekê daxuyaniyek da û tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir.

Di daxuiyanê de hate diyar kirin azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e û ewê bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe dewam bikin.

Meclisê dawiyê de bang li hêzên navneteweyî û saziyên hiqûqî yên cîhanê kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo bikevin nava tevgerê.

Li kampa Waşokanî çalakiya konvedanê hat li dar xistin

Li aliyê din koçberên ji Serêkaniyê yên li Hesekê jî çalakiyeke konvedanê li dar xistin.

Di saetên sibehê de niştecihên li kampên Erîşa û Holê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de kesên ku axivîn komploya navneteweyî şermezar kirin û diyar kirin ew ê bi têkoşîna xwe azadiya Rêber Apo pêk bînin.

Back to top button