Li Efrîna dagirkirî revandina welatiyan û birîna daran bê navber dewam dike.
Çeteyên dewleta Tirk welatiyekî din revandin û 25 darên zeytûnan jî hatin birîn.
Li gorî malpera Efrîn News 24 çeteyan welatiyê binavê Ibrahîm Edwan ê ji gundê Berîmha a navçeya Raco ku li bajarê Efrînê dimîne, revandin.
Hat ragihandin çeteyan kesê ku revandin birin cihekî nediyar û heta niha çarnûsa wî ne diyar e.
Çeteyan 25 darên zeytûnê li Efrînê birîn
Her wiha hate diyar kiirn malbatên çeteyên ′Sultan Murad′ 25 darên zeytûnê li gundê Tirindê yê bi ser navenda Efrîna dagirkirî birîn da ku li sûkan ji bo şewatê bifiroşin.
Hate diyar kirin darên ku hatine birîn ên kesê bi navê Mihemed Ebdo Elî û Nûrî Ebdo Elî ne.
Li Efrîna dagirkirî revandina welatiyan û talankirina xwezayê dewam dike



