Dewleta Tirkiyê ya dagirker ku derdikeve û behsa mafê mirovan dike, êrişan li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne.
Artêşa Tirk a dagirker îro jî bi rengekî dijwar daristana gundê Soxanekê yê Şêrawa ya Efrînê topbaran kir.
Êrişa dijwar ya li ser daristana gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa seat 8’ê sibehê pêk hat.
Gorî nûçegihanên me bi zêdetirî 150 guleyên hawan û obîsan daristan hat topbaran kirin.
Doh jî dewla Tirk bi riya balafirên bê mirov mal û şirîket li navçeya Dêrikê bombebaran kirin.
Di êrişan de ji Fermandarên QSD Şiblî Şiblî şehîd bû.
Her weha jin û zarok jî birîndar bûn.
Dêrik-Dewleta Tirk bi balafira bê mirov dijî maleke li Dêrikê êriş pêk anî-HAT NÛKIRIN



