Jinên Şengalê xwe ji bo parastina Êzîdxanê amade dikin

Li dijî gef û êrîşên li ser Şengalê civaka Êzidî di nava berxwedanê de ye. Jinên Şengalê jî ji bo parastina xwe dest bi perwerdeya çekan kirin û gotin ku ew ê li dijî her cure êrîşan li berxwe bidin û xaka xwe biparêzin.

Hikûmeta Iraqê demek beriya niha gef li Rêveberiya Xweser a Şengalê kiribû û xwestibû ku heta 1’ê Nîsanê hemû hêzên parastina Êzidxanê ji herêmê derxînin.

Li ser vê yekê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) 25’ê Adarê li gel nûnerên hêzên parastina Êzîdxanê, PADÊ û TAJÊ, saziyên sivîl û rûspiyan re civiya.

Di encama civînê de bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku dijî gefan biryara berxwedanê hatiye dayîn.

Jinên Şengalê jî ji bo parastina deskeftiyên xwe yên 7 salan dest bi perwerdeya çekan kirin.

Jinên ku di her kêliyekê de balê dikişînin ser fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an, dibêjin ku ax, bawerî û çanda wan dibin gefan de ye.

Yek ji jinên ku perwerdeyê dibînin Nazê Şengalî ye.

Nazê bal kişand li ser xiyaneta ku li wan hatiye kirin.

Nazê Şengalî da zanîn ku ew wekî jinên Şengalê dixwazin herkes vê yekê bizane ku ew xwe perwerde dikin da ku fermaneke din nejîn.

Back to top button