HRW: Pêwiste YE li Tirkiyê balê bikişîne ser mafê mirovan

Êdî dema ku em li ser bingehê parastina mafê mirova rawestin hatiye.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) bi vê gotinê rexne li polîtîkayên berjenwendî parêz yên YE kir û wiha got:
Em nêzîkatiyên Konseya YE ya ji bo Tirkiye şaş dibînin.

Li Tirkiyê binpêkirin û zextên faşîzma AKP’ê li ber çavê hemû cihanê pêk tê.

Yekîtiya Ewropa jî vê yekê dibîne.

Li cihê balê bikişîne ser parastina mafê mirovan, li pey berjewendiyên xwe dikeve.

Rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan (HRW) ya Ewropa û Asya Naverast Sinclair Webb têkildarî vê yekê nivîsek weşand.

Di nivîsê de rexne li helwesta YE ya bêdengiya li dijî Serokomarê Tirkiyê Erdogan tê kirin û wiha hatiye gotin:

Bêdengiya YE cesaretê dide Erdogan.

Girîngiya jeopolîtîk û mijara koçberan dibe sedem ku YE çavê xwe li mijara binpêkirina li welat bigre.

HRW: Ger Ewropa naxwaze demokrasî winda bibe divê nêrîna xwe biguhere

Pisporê Rêxistina Mafê Mirovan (HRW) ya Ewropa û Asya Naverast Philippe Dam jî li ser heman mijarê nivîsek weşand:

Philippe Dam di nivisa xwe de wiha dibêje:

Dadgeh ji aliyê rêvberên Erdogan ve, rojnamevan, siyasetmedarên mixalîf û bi hinceta terorîstan dixwaze tevahî dijberan bêdeng bike.

Tevê vê yekê jî YE mafê mirovan ji xwere xistiye plana duyemîn.

Philippe Dam îşaret bi tundiya li dijî jinan ya li welat û zextên li ser HDP’ê jî kir.

Hikumeta Erdogan ji peymana ku têkoşîn li gel tundiya li ser jinê dikir, vekişiya.

Her wiha AKP ji bo girtina partiya duyemîn a mixalîfê ya herî mezin di meclisê de ketiye tevgerê.

YE li dijî vê yekê tiliya xwe jî nalivîne.

Kesên dixwazin ji bo paşerojê hîn zêdetir Tirkiye demokrat bibe, divê bilez tevgera xwe di ber çavan re derbas bike.

Rêxistin gotinên rêveberên di asta jor ya YE Ursula von der Leyen û Charles Michel yên tenê fikarê wan li ser mijarê heye jî bi çavkaniya şermê binav kir.

HRW: Ji ber neberadana Demîrtaş û Kavala divê helwestek şênber bê nîşandan

Pisporê Rêxistina Mafê Mirovan (HRW) ya Ewropa û Asya Naverast Philippe Dam balkişand li ser girtina Demîrtaş û Kavala û got:

Tevî biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa DMME ya ji bo serbestberdana Selahedîn Demîrtaş û Osman Kavala hîna girtîne.

Divê li dijî vê yekê helwestek şênber were nîşandan.

Back to top button