Fermandara YPJ’ê: Em ê bi roleke hîn mezintir rabin

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed diyar kir ku êrîşên dagirker zêde bûne û di sala 2021’ê de wê berxwedan jî zêde bibe.
Newroz Ehmed got: “Çawa ku YPJ’ê di şerê dijî DAÎŞ’ê de pêşengî kir, dema bê jî, wê Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed derbarê geşedanên leşkerî, siyasî û civakî yên sala 2020’an, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye, her weha derbarê têkoşîna YPJ’ê û serkeftinên wan ji ajansa ANF’e axivî.

Newroz Ehmed, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî jin û gel êrîşên xwe yên der-mirovahî zêde kiriye, li gel wê jî, jin xwedî li îrade û azadiya xwe, li cewher, nirx û çanda xwe derket.

Fermandara Giştî ya YPJ’ê diyar kir ku wek hêzên YPJ’ê, peywira sereke ku wê xwedî li hêza rêxistinkirî ya jinan û îradeya gelan derkevin.

Newroz Ehmed konferansa 2’emîn a YPJ’ê nirxand, anî ziman ku asta biryardariyê zêdetir bû, sala 2020’an di warê siyasî, îdeolojîk û leşkerî hewl dan ku hêza xwe ya heyî zêdetir bi rêxistin bikin.

Fermandara Giştî ya YPJ’ê anî ziman ku ruhê fedaî yê hêzên YPJ’ê, girêdana wê ya bi nirxan û pêşengiya wan, di qada civakî de jî guherîneke mezin pêk anî.

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed dawiyê got, “ji bo ku em ji bendewariyên gelên Ereb, Siryan û Ermen ên li herêmê re bibin bersiv, geşkirina şoreşeke civakî û parastina li dijî van êrîşan, peywira me ya sereke ye.”

Back to top button