Fîras Qesas: Divê gelê Sûriyê projeya Rêveberiya Xweser li hember êrişan biparêzin

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas dibêje:
“Gefên Tirkiyê dijbertiya wê ya li hemberî herêmên Rêveberiya Xweser nîşan dide.”
Û bang li gelê Sûriyê kir ku destekê bidin rewşa awarte û tecrûbeya Rêveberiya Xweser biparêzin.

Fîras Qesas tekez kir gefên Tirkiyê di vê pêvajoyê de xwesteka wê ya lewazbûna projeya Rêveberiya Xweser nîşan dide.

Û li ser rgihandina rewşa awarte ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve û ev tişt anî ziman:

”Ragihandina vê rewşê karekî siyasî, qanûnî û piratîkî ye ku civak û rêveberî ji bo bersivandina êrişan amade be.

Ji hemû sûriyên li herêmên Rêveberiya Xweser tê xwestin ku li pişt QSD’ê bisekinin.”

Siyasetmedar Fîras Qesas bang li gelê Sûriyê kir ku Projeya Rêveberiya Xweser biparêzin û li dor kom bibin.

Back to top button