WÊ DEMEKE NÊZ DE TAXÊN BAJARÊ KOBANÊ WERIN ZIFTKIRIN

Ev demeke şaredariya Kobanê rêyên gundewarên Kobanê zift dike.

Rayedarên Şaredariya Gel a Kobanê diyarkir ku di zivtkirina riyên di navbera Kobanê-Cerablus berbi dawî diçe.

Piştê qedandina ziftkirina riya di navbera Kobanê û Cerablusê wê riyên navenda bajarê Kobanê werin ziftkirin.

Endezyar Mehmûd Şêxo û berpirsê xebatên sererastkirina rêyan ya Şaredariya Gel a Kobanê di derbarê karên ku heta niha kiriye axivî û got:

Em niha riya 17 km ya di navbera gundên Dirbazîn û Sûsanê zift dikin. Ev proje wê heta hefteyek bidawî bibe.

Piştî wê dê şaredarî dest bi ziftkirina rêyên taxên bajarê Kobanê yên zêde zirar dîtine bike.

Şêxo diyarkir ku wê riyên Kolana 48, Kolana 24, taxa Şehîd Ebdu, Şehîd Moro, Şehîd Yehya were çêkirin û ziftkirin.

Leave a Reply

Back to top button