Di meha Tebaxê de li Îranê 74 kes hatin darvekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê têkîldarî darvekirinên li Îranê rapora meha tebaxê weşand.
Li gorî raporê di nava mehekê de 74 kes hatin darvekirin.

Di raporê de hate diyar kirin ku di meha tebaxê de li seranserî welêt herî kêm 264 kes hatin girtin.

Bi domdarî hat destnîşankirin ku ji kesên hatine girtin herî kêm 36 jê jin û 11 jî zarok in.

Li gorî raporê, di meha tebaxê de herî kêm 6 rojnameger û 7 hunermend û aktor hatin girtin.

Nazîla Marifîyan li dijî êşkenceyê di greva birçîbûnê de ye

Li aliyê din Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku rojnamevan Nazîla Marifiyan li girtîgeha Îranê dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

Nazîla Marifiyan ji ber ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû, ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin.

Niha jî ji ber êşkenceyê li girtîgehên Îranê, di 1’ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Back to top button