Li Xakurkê û Zapê 3 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayan de li herêmên Xakurkê û Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya derbarê êrişên dagirkeran û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin li herêma Xakurkê, 1’ê Îlonê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Li Herêma Şehîd Delîl ya li Rojavayê Zapê jî, 2’ê Îlonê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

Her wiha gelek çeperên dagirkeran hate darb kirin.”

HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker, 2’ê Îlonê herêma Xakurkê û Zapê 3 caran bi balafirên şer û topan bombebarankir.

HPG: Li Zapê 3 leşkerên dagirker hatin cezakirin

Back to top button