CEMÎL BAYÎK: BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DESTANEKE DÎROKÎ DINIVÎSÎNIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven, ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Bayik diyar kir, Leyla Guven, Nasir Yagiz û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê destaneke dîrokî dinivîsînin û got,

Ev destan wê bibe bingeha destaneke mezintir a paşerojê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven, ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Cemîl Bayik berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevalên wan, weke destanekê bi nav kir.

Îro bi pêşengtiya Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevalên zindanan û yên din, destaneke mezin tê nivîsandin.

Her kes vê dibîne û tîne ziman.

Ev destan jî wê sibe bibe bingeha destaneke mezintir.

Bayik diyar kir ku ji bo piştgiriya berxwedêrên grevê, divê her kes hewil bide, bi hev re tevbigere û wiha got:

Pêwiste em têkiliyên xwe bi hevalên zindanan re xurttir bikin.

Dikarin biçin ber deriyê zindanan, bimeşin, kom bibin, çalakiyan bikin.

Ev malbat lazim e xîtabî civakê, hêzên demokrasiyê û sosyalîst, humanîst, saziyên mafên mirovan bikin.

Dewlet pir ditirse, pir lewaze.

Dixwaze bi êşkenceyê û zilmê pêşiya vê çalakiyê û gel bigire.

Hinek parlamenter bi tenê dimeşin, helbet wê dijmin êrîşî wan bike.

Ev parlementer îradeya vî gelî ne, lazim e li îradeya xwe xwedî derkevin.

Dema ew dimeşin, lazim e gel jî bi wan re bimeşe.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk nirxandinên xwe bi banga mezinkirina têkoşînê bi dawî kir.

Me tişta ku windakirî, kiriye, berê me her tişt winda kiribû, bi têkoşînê qezenc kir, em ê bi têkoşînê biparêzin.

Leyla Guven beriya her kesî ev fêm kir, her kes jî li dora wê kom bû.

Her ku diçe dostên wê jî zêde dibin.

Her kesên ku di nava vê têkoşînê de cih digirin, ez wan silav dikim, serketinê ji wan re dixwazim û dibêjim, em ê bi ser bikevin!

Leave a Reply

Back to top button