HPG: Li Zapê 3 leşkerên dagirker hatin cezakirin

Li herêmên Zap û Metîna yên başûrê Kurdistanê şer dewam dike.
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin cezakirin.
Li aliyê din HPG’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla têk diçe serî li derewên şerê taybet dide.
HPG’ê bang li gel kir ku guh nede van derewan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek parvekir.

HPG’ê diyar kir, gerîlayan li Herêma Metînayê û Zapê darbên giran li dagirkeran dane.

Li gorî daxuyaniyê, 1’ê Îlonê bi çekên giran û navîn li dagirkeran hate xistin û 3 dagirker hatine kuştin.

Her wiha 7 çeperên dagirkeran jî hatine rûxandin.

HPG’ê diyar kir ev çalakî ji aliyê hêzên YJA Starê ve hatiye kirin.

Derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker de jî ev agahî hate parvekirin.

“Di 31’ê Tebaxê de qadên gêrîla 18 caran bi balafirên şer hat bombekirin.

1’ê Îlonê jî herêmên Zap, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di van êrîşan de tu ziyan negihîştiye hêzên gêrîla.

HPG: Artêşa tirk ku têk diçe serî li derewên şerê taybet dide

Her wiha HPG’ê di daxuyaniyê de balkişand ser derewên şerê taybet ên dewleta Tirk a faşîst.

HPG’ê diyar kir Artêşa Tirk a ku li pêşberî berxwedana gerîla têk diçe serî li derewên şerê taybet dide.

HPG’ê da xwest ku divê tu kes guh nede derewên dewleta Tirk û wiha got:

Medyaya taybet a Tirk, li ser hevalê me Rêzan Botan ê ku beriya niha ji aliyê me ve şehadeta wî hatibû ragihandin, gelek derew belav kirine.

Me berê jî behs kiribû; hevrê Rêzan û malbata wî ji ber êrîşên dewleta Tirk a faşîst neçar man cih û warên xwe biterikînin.

Hevrêyê me hê nû tevlî nav refên gerîla bûbû û perwerde jî nedîtibû.

Lê dewleta Tirk vê şehadetê bi awayekî berevajî nîşan dide.

Ev jî diyar dike ku dewleta Tirk hêviya xwe bi çi girêdaye û çiqasî nemerdane tevdigere.

Li Zapê 3 dagirkerên din ji aliyê gerîlayan ve hatin cezakirin

Back to top button