Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir

Piştî qirkirina xwezaya çiyayê Gabar û Cûdî, dewleta Tirk niha berê xwe daye li zozanê Feraşîn û Çiyayê Katoyê.
Hat diyarkirin ku dê li 90 deverên cuda yên Feraşînê bi navê lêgerîna petrolê bên kolandin.
Zozanê ku çavkaniya debarê ya şeniyên herêmê û koçeran e niha bi tunekirinê re re rû bi rû ye.

Piştî qirkirina xwezaya çiyayê Gabar û Cûdî, dewleta Tirk niha berê xwe daye li zozanê Feraşîn û Çiyayê Katoyê.

Zozanê Feraşînê a li sêgoşeya Şirnex, Colemêrg û Wanê ye, lêgerîna petrolê ango talankirin dest pê kir.

Li zozanê ku xebatên sondajê hatine destpêkirin hat zanîn 4 kîlometre di binê erdê de hatiye kolandin.

Wê 90 deverên Zozanê bên kolandin

Hat zanîn wê li heman herêmê 90 deverên din jî bi navê xebatên petrolê bên kolandin.

Dewleta Tirk a dagirker di bin navê xebatên lêgerîna petrolê de hemû bedewiyên herêmê zuha dike.

Bi qirkirina zozanan re kevneşopiya koçeran jî li ber tunebûnê ye

Gelek nebatên endemîk û candar ên li deştê dijîn di bin xetereya tunekirinê de ne.

Koçerên ku li zoma Şeletûnê dimînin jî ji aliyê leşkeran ve ji cihê xwe hatine rakirin.

Û gelek cihên ku pez lê diçêriyan jî hatine qedexekirin.

Bi kurtasî zozana ku çavkaniya debarê ya şeniyên herêmê ye niha bi tunekirinê re re rû bi rû ye.

Li Katoyê jî lêgerîna pêtrolê hate destpêkirin

Hate ragihandin li Çiyayê Kato yê di navbera bajêrê Colemêrg û Şirnexê de dimîne jî, lêgerîna petrolê heye.

Xwezaya Kurdistanê ku bi bedewiya xwe bûye çavnebariya dijminan roj bi roj tê qirkirin û tunekirin.

Back to top button