Jimara kesên di erdheja dawî ya li Meletî de derket 2’an

Xelkê bakurê Kurdistanê êdî dixwazin ji kabosa erdhejê xelas bibin.
Ji ber erdheja li Meletî ku doh pêk hatî jimara kesên jiyana xwe jid est daye derket, 2’an.
Her wiha 140 kes jî birîndar bûne.
Rejîma faşîst ya deshilat li aliyekê dest datîne ser alîkariyên mixalefetê kom kirî û li aliyê din jî alîkariya ji welatên cîhanê hatî logoya AFAD û AKP’ê lê dixe.
Ev yek di rojeva çapemeniya Almanya de jî ciheke berfireh girt.
Banka Cîhanî jî dibêje heta niha 34,2 mîlyar dolar ziyan li herêmê pêk hatiye.

Li Bakurê Kurdistanê 23 rojin gel bi êşa erdhejê re rûbirû ne.

Wêraniya li bajar û bazarên rejîma Tirkiyê li ser erdhejê, vê êşê hîn girantir dike.

Doh erdheja li navçeya Yeşîlyûrtê ya Meletiyê ku bi pileya 5,6 pêk hat de jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn derket 2’an.

32 kes hatin xelaskirin, 12 jê giran 140 kes jî birîndar bûn.

AFAD’ê ragihand dermankirina 40 kesî ya li nexweşxaneyan didome.

Çapemeniya Alman: Alîkariya ji derve hatî şandin logoya AFAD’ê lê tê dayîn

Di demekî ku mexdurên erdhejê li ber sermayê bêçare û li benda alîkariyê ne, rejîma deshilat careke din ketiye ber pilanên qirêj.

Yek ji rojnameyên navdar ên Almanyayê Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) diyar kir ku li ser hin konên ji bo alîkariyê ji derve re ji Tirkiyê re hatine şandin logoya AFAD û AKP’ê hatine danîn.

Edîtorê Polîtîkayê yê rojnameyê Rainer Herman di rapora ji bo rojnameyê nivîsandî de wiha dibêje:

Deshilat hewl dide ku hin alîkariyên ji derve bo mexduran hatine şandin, weke ku wan kiriye nîşan bide.”

Di rapora FAZ’ê de hat gotin,

“Heta logoya AKP’a Erdogan li hin malzemeyên alîkariyê hatiye daliqandin.”

Di raporê de bal hatiye kişandina li ser pêşîgirtina rejîma AKP’ê ya hewildanên alîkariya mixalîfan a bo mexduran.

Tê gotin, rejîma deshilat rênade ku alîkariya ji derveyî wan bo mexduran bê kirin.

Banka Cîhanî: Erdhej bo sedema ziyana 34,2 mîlyar dolarî

Banka Cîhanî ragihand ku du erdhejên mezin ên 6’ê Sibatê li Tirkiyê rû dan, ziyaneke wêranker bixwere anî.

Rêveberê Giştî yê Bankeya Cîhanê ya Tirkiyeyê Humberto Lopez li ser mijarê ji rojnamevanan re axivî.

Lopez diyar kir ku ew pêşbînî dikin 2023’an mezinbûna hilberîna navxweya ya Tirkiyê ji sedî 3,5 heta 4 pîleyî kêm bibe.

Cîgira Seroka Ewropa û Asya Navîn a Banka Cîhanê Anna Bjerde jî dibêje, li gorî ziyanên despêkê 34,2 mîlyar dolar ziyan pêk hatiye.

Back to top button