Li Derayê çekdarên nanas êrişî hêzên hikûmeta Şamê kirin. Li paytexta Sûriyê Şamê jî ji ber aloziya sotemeniyê û rewşa aboriyê, debara jiyanê gelekî zehmet bûye.
Li Derayê rewşa bêewlehî û tevilheviyê dewam dike.
Çavdêriya Mafê Mirvoan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê li çerxeriya başûrê bajarokê Dail yê li Derayê dixwestin bendekî kontrolê deyînin.
Li vir hin, çekdarên nenas êrişî erebe û hêzên hikûmetê kirin û di navbera her du aliyan de şer derket.
Der barê encama şer de agahî tune ne..
Tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê
Her wiha çavdêriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Dêrazorê bi erebe û çekên navîn êrişî nuqeteyên hêzên hikûmeta Şamê kirin.
Hêzên hikûmeta Şamê leşkerên xwe li herêmê belav kirin.
Rewşa aborî û jiyanî li Şamê bi hatina zivistanê re zehmet bûye
Li aliyê din, çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku bi hatina zivistanê re û bênirxbûna Lîreya Sûrî, rewşa debara jiyanê gelekî zehmet bûye..
Her wiha ji ber nebûna sotemeniyê û rewşa aborî ya zehmet, tevgera welatiyan di nava kolan û bajêr de pir kêm e..
Li bazara El-Hemîdiyê û bazarên din ên li bajêr jî ji ber bilidbûna nirxê doral, kirîn û firotin pir kêm e..



