Putîn û Macron teqezkirin ku ew ê şerê xwe yê li dijî terorê berdewam bikin û pêvajoya siyasî li sûriyê bi pêş bixin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron û hempîşeyê wî Vladimir Putin bi riya telîfonê rewşa Sûriyê û Lîbyayê nirxandin.
Putîn û Macron der barê rewşa sûriyê de wiha gotin:
Em ê şerê xwe li dijî terorê berdewam bikin û pêvajoya siyasî li sûriyê bi pêş bixin.
Kremlîn jî der barê naveroka axaftin her du serokan diyar kir ku Putîn pêşketina lihevkrina bi Tirkiyê re li bakur û rojhlatê sûrî û Idilbê ji Macron re anî ziman.
Her wiha dosya LÎbyayê jî nirxandin û piştevaniya xwe bi çareseriya aştiyan re û hewldanên siyasî û dîplomasî nîşan dan.