Rûsya: Êrişa li dijî Kirimê hate têkbirin

Pira Kirimê di demên dawî de bû armanca êrîşên Ukraynayê.
Moskow diyar kir ku 3 keştiyên bêmirov yên Kîevê ku pira Kirimê kiribûn armanc hatin têkbirin.
Waşîngton jî îdia dike ku artêşa Ukrayna li başûrê welat serketinên girîng bidest dixe.

Rûsyayê ragihand ku wan 3 keştiyên behrê yên bêmirov ên Ukraynayê ku pira Kirimê kirine armanc têk birine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi rêya Telegramê daxuyaniyek da û wiha got:

“Îro sê keştiyên bêmirov yên Ukraynayê ku pira Kirimê kiribûn armanc ji aliyê hêzên me ve hatin têkbirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, keştiyên bêmirov yên ji aliyê rejîma Kîevê ve ji bo li ser Pira Kirimê êrîşa terorê pêk bînin, hatine bêbandorkirin.

Hat diyarkirin ku roja Înê jî dronek hatiye xistin.

Ukrayna dixwaze Kirima 2014’an ji aliyê Rûsyayê ve hatî kontrolkirin, vegerîne.

Ji ber vê yekê artêşa Ukrayna gelek caran êrîşî pira stratejîk a di navbera Kirim û axa Rûsyayê de kir.

Di demên dawî de tundiya van êrîşan zêde bûye.

Êrîşek di Tîrmehê de bû sedema zirareke mezin li beşa otobanê ya pirê, ku ji du beşan pêk tê, seyrûsefera rê û trênan.

Pira ku 2014’an ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve bi şexsî hat vekirin, di warê gihandina alavên leşkerî yên ji bo artêşa Rûsyayê ya li Ukraynayê şer dike xwedî girîngiyek mezin e.

Ji ser xaka Rûsya yekem êrişa bi dronê

Demek kin beriya êrîşa li ser Pira Kirimê, Ukraynayê cara yekem ragihand ku li ser xaka Rûsya êrişek bi dronan pêk aniye.

Serokê îstîxbarata leşkerî ya Ukraynayê Kyrylo Budanov doh got;

Balafirên bêmirov ên Kîevê ji Rûsyayê ber bi balafirgeha bajarê Pskov ve hatine şandin.

Hate gotin, di êrîşa şeva Çarşemê de 2 balafirên veguhestina leşkerî ya IL-76 hatine rûxandin.

Her du balafirên din jî “xisareke mezin” dîtine.

Budanov têkildarî kesên êriş pêkanîne ji ti agahî parve nekir.

Amerîka: Ukrayna pêşketinên girîng bidest dixe

Li aliyê din, Amerîka ji pêşketina Ukrayna ya li başûrê welat razî ye.

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk ê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby derbarê şerê li Ukraynayê de daxuyanî da.

Kirby got,

“Artêşa Ukrayna ‘pêşketinên berbiçav’ li beşên başûrê welêt bi dest xistin.”

Êrişên Ukrayna yên li ser xaka Rûsyayê zêde dibin

Back to top button